Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Sedan Sivîl ji Baxozê Hatin Derxstin û Bi Sedan Asê Mane


Baghouz Village in East Syria
Baghouz Village in East Syria

Şer li Baxozê didome, hebûna sivîlan astengiya herî pêşîn ya rêgirtina li hember dawîkirina hebûna Daişê ye li rohjilatî çemê firatê.

Roja Çarşemê bi rêya 15 otombîlan 2000 sivîl ji Baxozê hatin derxistin û hatin bo kampa Holê hatin veguhaztin.

Li ser erdê bi taybetî li rojavayê Baxozê hêzên taybet yên HSDê bi çekdarên Daişê re ketin şereke giran. Daişê berxwe da û balifrên kiwalisyonê û topên Wê armancên Daişê topbarankir.

Fermadarê meydanî yê HSD Edana Efrîn ji Dengê Amarîka re agahêyên dawî anî ziman .

Li gorî HSD ku dirêjahiya hefetya derbasbûyî hêzên taybet yên HSDê şerekî taybet bi çekdarên Daişê re kirin.

Li gore berpirsê ragihandina HSDê Mistefa Balî ji Dengê Amarîka re got ku di encama oprasyonên taybet yên HSDê 2000 sivîl hatin rizgarkirin.

Şerê dawî yê HSDê ji bo bidawîkirina Daişê li Rojhilatî çemê firatê berdewam dike. Pêşbînî hene ku HSDe di nava çend rojan de devera dawî ya DAIŞê li rojhilatî çemê firatê bi temamî rizgar bikin.

derketina Sivîlan ji Baxoz
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:35 0:00

XS
SM
MD
LG