Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Kuştina 38 Çekdarên DAIŞê li Baxoz Piştrast Dike


Hêzên Sûriya Demokrat Sêşamê ragihand ku ji doh û vir de di encama êrîşa hêzên wan de bo ser bingehên herî dawiyê yên çekdarên DAIŞ li Baxoz 38 terorîst hatine kuştin.

Mistefa Balî berpirsê ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat bi rêya twîtekê da zanîn ku firokên cengê yên hevpeymanan 20 êrîşên esmanî kirine ser bingehên xweparastina çekdarên DAIŞê û otombîlên wan. Hejmarek otombîl hatine têkşikandin.

Balî dibêje, çekdarên DAIŞê li du enyiyan bi rokêtên agirîn du êrîş bo ser cebilxane û bingehê fermnadariya hêzên wan pêk anîne di encama êrîşan de 10 şervan birîndar bûne û 3 şervanan jî jiyana xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG