Hêzên Sûriya Demokratîk bi piştevaniya hêza Amerîka berdewamiya hilmetên xwe yên leşkerî dikin li ser deverên dawî yê DAIŞê li bajarokê Baxozê û ji berê wê jimarek mezin ji jin û zarokên girtî li ba DAIŞê hatine rizgarkirin û nuha di destê Rêveberiya Xweserî ya Kurdî de ne, ji nav wan jin û zarokê Êzîd hene ku ji sala 2014an ve ew di destê DAIŞ de ne.
Di derbarê rewşa van jin û zarokên Êzîdî de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Elî Îso, rêvebirê saziya "Êzîdî ne" re kir.
Birêz Elî anî ziman, ku rewşa van jin û zarokên rizgar bûyî ne baş e, û pêwîstiya wan bi alîkariyên taybet hene, ji ber rewşa derûniya wan û ziyana ku gihiştiye ji aliyê çekdarên DAIŞê.
Wekî din jî wî got: "Rizgarkirina wan nayê wateya ku ew aram bûne, divê ku guhdan bi wan bê kirin ji aliyê tîmên taybet, da ku karibin vegerin jiyana xwe ya normal."