Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baydemîr: 5000 Endamên HDP'ê Girtî Ne


Berdevkê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Osman Baydemîr di bernameyeke fitarê ya li Amedê de dîyar kir ku 5,000 endamên partîya wî di hepsê de ne.

Baydemîr da zanîn ku bi qanûna ku parêzbendîya parlamenteran rakirîye li dijî HDP’ê darbeyek pêk hatîye.

‘’Bi qasî 750 rêvebirên me yên navçe û bajaran di girtîgehê de ne. Hevserokên me, parlamenterên me bi darbeya wê qanûnê hatin girtin. Ji wê çaxê heta niha 90 bajarvanên me jî hatin girtin û dewletê bo wan bajaran qeyûm tayîn kir’’ Baydemîr got.

Berdevkê HDP’ê, ser girtina parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Enîs Berberoglu jî got ku dewama darbeya li dijî wan e.

Baydemîr dîyar kir ku HDP li dijî binpêkirina mafan e û ew bêyî ku li nasnameya kesekî binêrin, zilm li kê hatibe kirin piştgirîya wî dikin

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 11 parlementerên wê partîyê di girtîgehê de ne.

XS
SM
MD
LG