Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemîl Bayik: Pirsa Kurd bi Çekan Çareser Nabe


Rêberên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bangên siyasetvanên opozisyonê Tirkiyê jibo rawestandina êrîşên li dijî artêşê red kirin. Ew dibêjin, eger wan ev yek kir, ewê tenê agirbestek yekalî be.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke Alman, yek ji rêberên girîng yên PKK’ê Cemîl Bayik mikur hat ku “ne Tirkiyê ne jî PKK dikarin vê problemê bi çekan çareser bikin.”

Bayik got, PKK 8 caran banga agirbestê kiribû, lê bersîv ji aliyê Tirkiyê ve tunebû. Wî got, divê agirbest du alî be û Tirkîyê dest ji operasyonên dijî wan berde.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku her du alî û piştevanên wan hevdu bi destpêkirina şer û têkbirina pêvajoya aştiyê tawanbar dikin.

Karbidestên Tirk dibêjin, Kurd qet ne amade bûn ku çekên xwe deyînin û di dema gotûbêjên aştiyê de jî xwe jibo şer amade dikirin.

Li gorî jimarên fermi, tenê di Tîrmehê de, dora 60 endamên hêzên ewlekarî yên Tirk ji aliyê PKK’ê ve hatine kuştin. Li gorî heman jêderan, dora 771 şervanên Kurd jî hatine kuştin – piraniya wan jiber êrîşên firokên cengî yên Tirkiyê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi berdewamî dibêje, divê PKK’ê dest ji çekan berde û ji berê de soza kempeyneke leşkerî li dijî wê daye.

PKK’ê nîvê meha borî zêdekirina êrîşan ragihand. Ew dibêje, hêzên ewlekariya Tirkiyê agirbesta 2013’ê binpê dikirin. Tundûtûjî bi taybet piştî êrîşa cîhadiyan ya kujer li bajarokê Surucê li 20’ê Tîrmehê, zêde bû.

Şervanên Kurd dibêjin, hikûmeta Tirkiyê piştgirtina Cîhadiyan dike û Enqere jî vê yekê red dike.

XS
SM
MD
LG