Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayîz Omer: Konferasê Zimanê Kurdî li Hewlêrê Zanistî bû


Bayîz Omer: Konferasê Zimanê Kurdî li Hewlêrê Zanistî bû

Konferasê zimanê Kurdî li bajarê Hewlêrê bi amadebûna ekadîmî û pisporên zimanê Kurdî lijêr navê “Ziman Nasnameya Netewî ye” hat bi rêvebirin. Li roja dawî ya konferansê çar rojî, pişidaran çend rasipêde dan. Amadekirina qanûna ziman ji parlamen re û pêkînana desteyek bilind ya zimanê Kurdî û danana ferhenga Kurdî-Kurdî, bikarînana zimanê Kurdî di warên teknolojî bazirganî de û çend pirsên dî jî.

Bernama Ferheng û Torê Kurdî mêvanîya Dr. Bayîz Omer kir, mamostayê zimanê Kurdî li zankoya Duhokê û êk ji pişikdarên konferans. Wî got, çi kêşe li pêş danana ferhenga Kurdî nine, lê konferansî pirsa herî giringa zimanê Kurdî ‘Zimanê Yekgirtîyê’ nexist karên xwe.

Jibo guhdarî kirina Bernama Ferheng û Torê Kurdî û hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel Dr. Bayîz Omer, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG