Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bayrou: Sekinandina Alîkarîyên jibo Ukrayna Pêşîya Serketina Rûsya Vedike

Serokwezîrê Fransa Francois Bayou, Serokê Amerîka Donald Trump jiber sekinandina alîkarîya jibo Ukrayna rexne kir.

Bayou li parlamanê di nîqaşeke ser Ukrayna de dîyar kir ku şerê Moskow û Kîevê didome û wateya sekinandina alîkarîyan destûra jibo serketina Rûsya ye.

‘’Dewletek heye di bin êrîşê de û di vê demê de sekinandina alîkarîyan, terka wî welatî ye û qebûlkirin yan jî hêvikirina serketina êrîşvan e.’’

Wî bi berdewamî got ku divê Ewrupa çekên ji Amerîka têne dayîn bi awayekî lezgîn û karîger bistîne.

Trump do Duşemê bi şev ragihand ku ew alîkarîyên jibo Ukrayna radiwestînin.

Serokwezîrê Polonya Donald Tusk îro Sêşemê got ku hem agahîyên ji sînor hem jî yên ji navenda navnetewî ya piştgirîya jibo Ukrayna ya li Firîngeha Jasionka sekinandina alîkarîyan piştrast dikin.

Jêder: AFP

This item is part of
XS
SM
MD
LG