Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamnêreka BBC Dibêje Rûsya Ew Qewitandiye û Jê Xwestiye Ku Careke Din Venegere Wir


Peyamnêreka BBC îro Şemiyê got ku Rûsya ew qewitandiye û jê re gotiye ku ew qet nikare vegere Rûsya ya ku wê bi salan lê raport amade dikirin.

Di demekê de ku pêwendiyên dualî berê nebaş in, Rûsya got ku wê Sarah Rainsford, yek ji peyamnêrên zimanê Înglîzî yên BBC li Moskoyê, şandiye mal.

Ev yek tê piştî ku Londonê red kir vîzayan bide hin rojnamevanên Rûsî.

Di hevpeyvîneke BBC de, Rainsford got ew bi vê biryarê şok bû û hest kir ku ew beşeke ji lîstikeke dîplomatîk, di demekê de ku pêwendiyên Rûsya û Rojava paş ve diçine.

Wê got ku nûnekirina vîza wê ya Rûsî piştî dawiya mehê, wek tiştekî teknîkî diyar dibe, “lê bi xwe ne wiha ye... Ez hatime qewitandin... Ji min re gotin ku ez qet nikarin vegerim.”

Rainsford ya ku di erka xwe ya duyem de bû li Moskoyê, anî ziman ku ev biryar bandoreke xerab ya kesayetî da ser wê ji ber ku wê sêyek ji jiyana xwe li Rûsya derbas kir û bi salan li ser Rûsya xwendiye.”

BBC bang li Moskoyê kir ku biryarê careke din berçav bigre û wê ev dose wek zêdegavî li ser azadiya rojnamegeriyê anî ziman.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG