Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên BBC Doza Kêmkirina Cudahiya Mûçeyên Karmendên Mêr û Jin Dikin


Hin pêşkêşkerên jin ên navdar li Radyoya Birêtanî BBC, îro yekşemê daxwaz ji rêvebirê Radyo kir ku “niha bilive “û cudahiya di navbera mûçeyên karmendên jin û mêr de derbibire.

Li gor wan, pereyên Radyo dide baştirîn stêrê mêr pênc caran bêhtirin ji yên ku baştirîn jin werdigre.

BBC, ya ku heftane digihe 95 % ji welatiyên gihîştî yên Birêtanya û li ser asta cîhanê 372 milyon kes wê dişopînin, rastî taqîkirinên giran tê li dor xerckirinê. Dahata wê ji bacên ku temeşevanên wê didin tê.

Karmendên wê yên weşana zindî bi kêmanî 150 hezar Pound (195,555 dolar) werdigrin ku jimara wan 96 kes in û du par ji wan mêr in, piraniya wan pereyan bêhtirî hevkarên xwe yên jin di heman karî werdigrin.

Bêhtirî 40 jin î di nameyekê de ji bo rêvebirê giştî Tony Hall got:

“Te got tu dê wê cudahiya di navbera mûçeyên jin û meran de berî sala 2020 kêm bike, lê em dizanin di BBC de bi salan e cudahî di mûçeyan de heye, em hemî dixwazin tu kiryarekê bike.“

BBC nedixwest agahiyên wiha diyar bike da rikberên wê nêçîra karmendên wê yên behremend nekin, lê hefteya borî neçar ma li ser daxwaza hikûmetê mûçeyên herî bilind ên karmendên xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG