Breaking News

BDP Civîna Xwe li Dîyarbekirê Lidarxist

Dîyarbekir
Dîyarbekir

Partîya Aşitî û Demokrsaîyê BDP, piştî duyemîn Kongreya xwe ya Asayî, civîna grûba partîyê ya yekemîn li Dîyarbekirê lidarxist.

Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di derbarê buyera Şemzînanê ya ku 5 kes hatibûn kuştin de got ev bûyer nîşan dide ku Tirkîye vedigere rewşa salên 1990’î.

Sîyasetvanê Kurd dîyar kir ku di salên 90’î de kesên sivîl ji alîyê hêzên ewlehîyê ve dihatin kuştin û rayedaran van kuştinan davêtin ser PKK. Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir hewceye ku zelal bibe ka ew sivîl ji alîyê kîjan alî ve hatine kuştin.

Hevserokê BDP destnîşan kir divê hikumet gotinên “bi terorê re muzakere nabe” bide alîyekî û bi kê re şer dikin divê bi wan re aşitiyê bikin. Herwiha da zanîn ku ew azadîya rêverê PKK Badullah Ocalanî dixwazin.

Hevserokê Giştî yê BDP di dîyar kir ku sîyaseta Tirkîyê ya devre, sîyaseteke dirû ye.

XS
SM
MD
LG