Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esad û Hevjina Wî Esma Esad bi COVID-19 Ketine


Serokê Sûrîyê Beşar Esad û hevjina wî Esma
Serokê Sûrîyê Beşar Esad û hevjina wî Esma

Ofîsa Seroktîya Sûrîyê îro Duşemê bi daxuyanîyeke dîyar kir ku Serok Beşar Esad û hevjina wî Esma bi nexweşîya COVID-19 ketine.

Ofîsê ragihand ku piştî ku Esad û Esma nîşanên sivik yên nexweşîyê hîs kirine, testên COVID-19 yên wan erênî derketîye.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku rewşa hem serokê Sûrî û hem jî hevjina wî baş e, û ew li mal xebatên xwe didomînin.

Hevdem, Esad ê 55 salî û Esma ewê navbera du-sê hefteyan de li mala xwe di bin karantînayê de bimînin û piştre dê vegerin ser kar.

Endamekî komîteya şêwirmendîya vîrusa korona yê welêt hefteya borî ji Reuters re ragihandibû ku rêjeya bûyeran ji nîvê Sibatê vir ve bilindtir dibe.

Wezareta Saxlemîya Sûrîyê hefteyek berê dest bi vaksînkirina karmendên saxlemîyê yên enîya pêş kir û got ku di hejmera peketinên COVID-19 de zêdebûnek çêbûye.

Wezîrê Saxlemîya gotibû ku hikûmetê vaksîn ji welatekî dost peyda kir, ku wî navê welêt eşkere nekir.

Hevdem, çend roj berê medya navneteweyî û Îsraîlî ragihandibûn ku Îsraîlê 1,2 mîlyon $ daye Rûsya da ku vaksînên vîrusa korona ji hikûmeta Sûrî re peyda bike.

Medyayê îdia kiribû, Îsraîlê ev di çerçova peymanake ya bo azadkirina jineke Îsraîlî ya li Şamê kiriye.

Lê, şert û mercên vêpeymana veşartî ya bi navbeynkarîya Moskowê ne zelal e; Şam wan îdayan red dike û Rûsya heta niha li ser mijarê ti şîrove nekiriye.



XS
SM
MD
LG