Weqfa İsmaîl Beşîkçî nûçeyên di medyayê de yên li ser binpêkirinên mafên akademîk ya bi navê "Binpêkirinên Mafên Akademîk Di Çapemenîyê De" kirine raport.
Di pêvajoya amadekirina raporê de, 500 nûçeyên ku rasterast bi binpêkirinên mafên akademîk re têkildar in di raportê de cîh digirin û binpêkirinên mafên akademîk li gorî mijarên xwe jî hatine dabeş kirin.
Di raporê de binpêkirinên jiber guhartina qanûna tayînkirina rektoran, Rewşa Awarte (OHAL) û binpêkirinên mafan yên di pandemîya vîrusa korona cîh digirin. Herwiha dijî xwendekaran binpêkirinên mafên zayendî û gotinên cîhêkarîyê jî di raportê de bi berfirehî cîh digire.
Rojnamevan û berpirsê ragihandin û medyayê yê Weqfa Ismaîl Beşîkcî Mevlut Oguz balê dikşîne ser binpêkirina mafên lêkolînerên ser mijarên Kurd û Kurdistan’ê kar dikin û ew dîyar dike ku herî zêde mafên van kesan têne binpêkirin.
"Raport dide xuya kirin ku li Tirkîye û bakur herî zêde mafên lêkolînerên li ser Kurdan û Kurdistan’ê, yên ser qirkirina Ermenan û yên li ser LGBTÎ+Q’yan xebatên xwe dikin tê binpêkirin."
Rojnamevan Oguz bi berdewamî jî tîne ziman ku xebatên ser Kurd û Kurdistan’ê carînan jî dibe hinceta ji kar dûrxistinê.
"Akademîsyenên ku mijarên me behs kirin jiber sedemên ewlekarîyê yan jî jiber ku şewîrmend mijarê naecibînin akademîsyên an mijarên xwe diguherînin an jî otosansûrê dikin. Akademîsyen Bekir Tank ku li zanîngehekî Îstenbul’ê kar dikir jiber wergera du spartek jibo Kurdî were wergerandin bi hinceta cudakarîyê derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin û di encama lêpirsînê de jî peymana wî hatiye bidawî kirin û ew ji zanîngehê hatiye dûrxistin."
Hêjayî gotinê ye ku Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ji roja damezirandina xwe heta roja îro jibo xurtkirina qada xebatên Kurdî, pêşxistina xebatên akademîk yên Kurdî û li ser azadîya ramanê xebatan bi rêve dibe. Bi vê yekê ve girêdayî weqf bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Tirkî bernameyên wek panel, semîner, komxebat û bernameyên akademîk bi rêve dibe.
Herwiha weqf arşîvkirina xebatên nivîskî û devkî yên ser Kurdan jî jibo nivşên nû dike û piştgirîyê dide xebatên bi vî rengî. Dîsa weqf se mehan carekê jî “Kovara Dîroka Kurdî” diweşîne.