Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarîya Bedlîsê Navê Kurdî ji Ser Avahiya xwe Rakir


Şaredariya Bedlîsê
Şaredariya Bedlîsê

Li Bedlîsê Şaredar Nesrullah Tanglay ê AKP’î piştî destpê kirina peywirê, ferman daku lewheya Kurdî ya di dema Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) de hilawîstibû, bê rakirin.

Ev yek bû sedema bertekan û gelek derdoran nerazîbûn nîşanda. Piştî nerazîbûnan Şaredarîya Bedlîsê derbarê mijarê de daxuyanîyek nivîskî weşand.

“Ev lewha di 17’ê Nîsanê de hat rakirin. Ji wê demê heta niha tu kesî bertek nîşan neda. Ev jî dide nîşandan ku jibo gelê Bedlîsê tu qîymeta vê lewheyê tuneye. Hin derdorên ku tên zanîn, bi zanebûn ev anîn rojevê.”

Şaredarê Bajarokê Tetwana Bedlîsê Mehmet Emîn Geylanî jî ku ji AKP’ê hatîye hilbijartin bi heman şeklî lewheya Kurdî ya li ser avahîya şaredarîyê da rakirin.

Parlamanterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmud Celadet Gaydali anî ziman ku AKP’ê her tim diparast astengîyên li hember Kurdî wan rakirine, lê bi van kirinan derket holê ku ev yek nerast e.

“Berîya niha jî ji Kurdî re digotin, ‘Zimanê nayê zanîn’ madem zimanê nayê zanîn e, berbijarê AKP’ê yê Stenbolê Bînalî Yildirim, çima li Dîyarbekirê bi Kurdî diaxive û qala Kurdistanê dike. Ev xapandinên AKP’ê ne. Eger em nekarin bi zimanê xwe nivîsekê jî binivîsin, êdî wateya tu tiştî nameye.”

Raporta Deng
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG