Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîyakurd: Danûstandin Didomin ku Herêmên Wan li Dervayê Toleyên Nû Werin Hiştin


Karbidestekî payebilind yê Kurdên Sûrîyê îro got ku ew bi hevalbendên leşkerî yên Amerîkî re di danûstandinan de ne ku herêmên bin kontrola wan li dervayê toleyên Amerîkî yên hember hikûmeta Sûrî werin hiştin.

Şêwirmendê rêvebirîya herêmî Bedran Çîyakurd ji Reutersê re got ku soz ji wan re hatibû dayîn ku herêmên wan li dervayê cezayên nû yên Amerîkî werin hêlan, lê dîsa jî bandorên wan dê gelek li ser heremê hebin.

“Wan ji me re gotibû ku rêvebirîya me wê li dervayê toleyên Caesar were hiştin, lê mekanîzma û rêbazên wê niha bi koalîsyona navnetewî re tên gotibîj kirin. Li herêmên me bazirganî bi herêmên bin kontrola hikûmeta Sûrî re têne kirin û lîraya Sûrî tê karanîn ku di demên dawî de gelek nirx hinda kiriye. Ew jî dibe sedem ku buhabûna jîyanê çêbe.”

Çîyakurd bal kişand ku di rewşa heyî de herêmên wan rûbirûyê dijwarîyên mezin û ambargoya aborî ne jiber ku derîyên sînorî yên bi Îraqê re daxistî ne.

Washington dibêje ku armanca toleyên hember hikûmeta Sûrî zêdekirina givaştinên aborî û sîyasî yên ser serokê Sûrî Beşar Esad e bi çareserîyeke sîyasî qayil be.

XS
SM
MD
LG