Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bedran Berî: Huner Derbirîniyên Mirovan Nîşan Dide û Dide Nasîn


Di dema ku jîyan teng û dijawar dibe, bi tenê drbirînên mirovan dikarin şiroveya jîyanê bidin û ew yek jî di huner û behremedîyê de derdikeve.

Hunermendê Bedran Berî ji Kurdên Êzîdî ku li Bremen/ Almanîya dijî, vî yekî di huner û xebatên xwe de şîrove dike.

Bedran di sala 1971ê li gundê Bor Seîd li nêzî bajarê Hesekê ji dayik bûye.

Ji zaroktîya xwe ve hunerê bala wî kişandiye, lê wî nikarîbû ta ku mezin bû behreya xwe ya hunerî li pêş bixe. Piştî xwendina mamostatîyê li bajarê Hesekê, ew derbazî navenda Sebrî Rafauyl bû û xwe baş hînî teknîk û şêwazên hunerî kir.

Li Hesekê, ku navendeke zengîn ya ol û netewên cuda ye, gelek pêwendîyên baş di nav hunermendan de hatin ava kirin, Bedran jî yek ji wan kesan bû ku bibû beşek ji çalakîyên bajêr.

Ji ber şerê Sûrîyê û êrîşên ser herêmên Kurdan, gelek malbat ji wir derketin ku mala Bedran jî yek ji wan bû. Ew niha li bajarê Bremen ya Almanya dijî.

Bedran bi şêwaza xwe ya ku li ser şêwaza derbirînî ava dibe, hest û bîrokeyên xwe dîyar dide û bandora ola Êzîdî û têkilîya wê bi huner û xwezayê re dîyar dibin û bi taybetî rengên zer û valahîya di berhemên wî de.

Ew hem li Sûrîyê û li derva beşdarî gelek pêşangehan bûye û niha li Almanya xebatên xwe berdewam dike û beşdarî çalakîyên Kurdan û civakên din dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:44 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG