Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvanên Badînan li Hewlêr Tên Dadgeh Kirin


Roja Duşemê li dadgeha Hewlêrê çalakvan, rojnamevan û mamosteyên ku di demên borî de li herêma Badînan ji alîyê hêzên ewlekarî û asayîşê ve hatine girtin li Hewlêr rûniştina dadgehkirina wan pêk hat.

Di dema dadgehkirinê de hejmarek ji çalakvan, rojnamevan û mamostea parlamanter, nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan, herwiha hejmarek parêzeran amade bûn. Beşek ji wan amadebûyan ketine hola dadgehê û beşa din ji derve proseya dadgehkirinê şopand.

Derbarê dosya wan girtîyan û çawanîya birêveçûna rûniştinên dadgehê, Aso Haşim parêzerê 2 ji wan girtîyan di prekonferansekê de got “hemû ew rêkarên dadgehê di çarçoveya qanûnê de bûn, lê divê bêalîya serdozgerê giştî bi temamî divê dosyayê de hebaya, ew parêzerên ku wekalet hebûn her hemû hatine jor."

Beşek ji wan rojnamevanên ku li hember dadgehê amade bûn jiber rewşa giştî ya proseya darizandinê dilgiranîya xwe anî ziman.

Amanc Wertî, yek ji rojnamevanên jibo şopandina hevpîşeyên xwe hatibû ber derîyê dadgehê ji Dengê Amerîka re got ku sazîyên hikûmetê mafê wan e ku rêkaran bi cîh bikin, lê nabe jibo nêzî heft mehan e hejmareke çalakvan, rojnamevan û mamosta bi behaneya ku li ser ewlekarîya netewî ya Herêma Kurdistanê metirsî nem werin girtin."

Ji alîyek din, beşek ji wan çalakvan û xelkê ku hatine dadgehê dibêjin rewş normal bû û ti tiştekî neyasayî yan binpêkirin nehatine dîtin.

Mihemed Sebah serokê rêxistîya "Dîdarî Aştî" seredana nava holên dadgehê kir, ji Dengê Amerîka re got "Kar di warê mafê mirovan û hevre jîyanê dikîn, karûbarên dadgehê weke rojên berê normal bi rê ve diçin û me ti tiştekê cûda nedî, rojên berîya niha jî beşek ji hêzên asayîşê di nava dadgehê de dihatin dîtin, dema ku banga tawanbaran tê kirin hêzên asayîşê wana tînin hemberî dadgehê."

Hejayî bîrxistinê ye ku dadgeha çalakvanê girtî, Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Zêbarî, Eyas Kerem û Harîwan jibo roja Sêşemê hate paşxistin. Li dor birêveçûna dadgeha mamosta Bedel Berwarî û Omîd Beroşkî keysên wan heta ku careke din werin lêkolîn kirin, jibo asayîşê hatine vegerandin.

Çalakvan, rojnamevan û mamostayên herêma Badînan yên girtî bi tawana têkdana asayîşa netewî û ajanîyê tên sûcdar kirin. Eger ku ew tawan ji alîyê dadgehê ve werin erê kirin, li gor yasaya Îraqê cezayên giring û yên mirinê ne.

Kesûkarên girtîyan dibêjin ku girtîyên wan ti tawanek nîne tenê daxwaza mafên xwe û hevpîşeyên xwe kirine ku mûçeyên wan werin dayîn.

EZ_02_15_2021_Dadgekirina_Çalakvanan
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00

XS
SM
MD
LG