Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Binavbûna Belemê, Dermankirina Penaberan li Bedlîsê Didome


Belemeke penaberan roja Pênçşemê li ser Behra Wanê, nêzî bajarokê Adîlcevaz ya Bedlîsê binav bûbû û 7 penaber tê de hatibûn kuştin.

Di rûdana qelibîna keştîyê de 64 kesên din jî hatibûn rizgar kirin.

Walîtîya Bedlîsê bi daxuyanîyekê de ragihand ku di keştîyê de penaberên ku ji Bangladeş, Pakîstan û Afganîstanê hatine hebûn û 64 kesên rizgarkirî li nexweşxane têne derman kirin.

Walîtîyê herwiha da zanîn ku derheqa bûyerê de lêpîrsîna hatiye vekirin ku sedem û berpirsên bûyerê eşkere bikin.

Penaberên ku şahîdîya qezayê kirine, dîyar kir ku jiber hewayê nebaş pêlên avê pir bilind bûne û jiber vê ji hîn jibo peravê 25 metre mayî, keştî binav bûye.

Dr. Fatîh Şanli ser rewşa penaberan agahî da û bal kişand ku herema Wanê jibo derbazbûna penaberan bûye cîhekî girîng.

“Piranî penaber bi peyatî û otobusan bi ser bajarê Wanê de derbazî rojavayê Tirkîyê dibin. Em dizanin ku ev cara yekê ye ku bi ser Behra Wanê penaber bi keştîyê hewil didin derbaz bibin û qezayeke wiha rû dide."

Dr. Şanli da zanîn ku dema keştî binav bûye 7 penaberên ku di bin keştîye de dimînin, jîyana xwe ji dest didin.

"Penaberên birîndar niha li nexweşxaneyên Tetwan, Adîlcewaz û Axlatê de 15 birîndar hene û rewşa saxlemîya wan baş e.”

AA_12_27_19_Binavbûna_Keştîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:05 0:00


XS
SM
MD
LG