Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li Stenbolê Hate Damezrandin


Mamosta Îsmaîl Beşîkçî bi Îshak Tepe û endamên din yên rêvebirîya weqfê re ye

Ev salên dûr û dirêj in ku mamosta Îsmaîl Beşîkçî xizmetên hêja ji doza Kurdî re dike. Beşîkçî bi dehan pirtûk û sedan nivîsar nivîsîn û jiber xebatên xwe gelek salan li zindanê ma.

Çend rewşenbîrên Kurd li Stenbolê hatine ba hev û weqfek li ser navê Îsmaîl Beşîkçî damezrand. Endamê rêvebirîya vê waqfê, Îshak Tepe di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîkayê de li ser armanc û xîzmetên Weqfa Îsmaîl Beşîkçî dipeyîve.

Birêz Tepe dibêje, mamosta Beşîkçî doza Kurdî bi cîhanê daye nasîn û jiber xebatên xwe yên li ser Kurdan rastî pir dijwarîyan hatîye. Me jî xwest ku bi vê weqfê, spasdarîya xwe pêşkêşî birêz Beşîkçî bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka ‘Guhdarî kirin’a jorîn klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG