Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk 8 Sal û 3 Meh Cezayê Zindanê li Hevşaredarê Wanê Bekir Kaya Birî


Sezai Temelli in Van
Sezai Temelli in Van

Doza Hevşaredarê Bajarê Mezin yê Wanê Bekir Kaya roja Pêncşemê li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin û 8 sal û 3 meh cezayê zindanê li wî hate birîn.

Di rûniştine de Kaya ji Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê bi rêya dîmen beşdar bû û parastîna xwe kir.

"Cezakirina min ne girîng e, lê ji bo hevalên me yên din bi awayekî rêwa biryarê bidin," Kaya got.

Dadgehê li xebatkarên din yên şaredarîyê Bekîr Kiran, Çetîn Çîftçî, Îdrîs Şaybak û Nerîman Ûyar 2 sal û mehek cezayê zindanê birî.

Dadgehê derheqa Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryîgît û Can Tayan jî biraya berdanê da.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP'ê û jimareke parêzer jî di rûniştinê de amada bûn.

Temellî piştî li parastina Kaya guhdar kir, jibo ku tev li bernameyên li Mûşê bibe, ji salonê derket.

Wî got ku hevalên wî bi îdîayên ku peywendîya wan bi hiqûqê tüne, tên darizandin.

“Ti wîcdan ev îdîanameya ku hatiye amade kirin qebûl nake. Ev, şerma sîstema darizandin û dadgeha Tirkîyê ye. Şerma edaletê ye. Em jiber vê rewşê pir xemgîn in. Jiber ku em dizanin Bekir Kaya, Wan bi xwe ye. Wan jî Bekîr Kaya ye. Ew jiber xizmetên xwe yên li Wanê tê darizandin,” Temellî got.

Wî bi tundî rexne kir ku çawa dadgehê çêkirina goristanan wek sûc nîşan daye.

“Çêkirina goristanan ne li dijî zagonan e. Binaxkirina mirovan ne sûc e. Li vir darizandin û hiqûq tuneye. Êrîşa tolhilderî heye. Divê herkes li dijî van dozan hişyar be.”

AA_10_19_2018_Bekir_Kaya
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00

XS
SM
MD
LG