Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Belçîkî ji Hikûmetê Dixwaze ku 10 Zarokên Çekdarên DAIŞê ji Sûrîyê Vegerîne


Zarokên li Kampa Holê

Dadgeheke Bekçîkî îro Pêncşemê biryar da ku divê hikûmeta wî welatî 10 zarokên hemwelatîyên Belçîkî ku li Sûrîyê çêbûne, bîne malê.

Dadgeha Brukselê biryar da ku erka hikûmeta Belçîkî ye zarokên ku bavên wan çekdarên DAIŞ’ê ne, vegerîne welêt.

Li gor biryara dadgehê, divê zarokên ku temenê wan ji 7 mehî heta 7 salî ne, di nav şeş hefteyan de ji Belçîka re werin anîn.

“Ger hikûmet alîkarîya anîna wan zarokan neke û pêdivîyên wan yên wek belge û şêwirmendîyên din peyda neke, dibe ku ewê jibo hemî zarokan 35,000 Euro cezayê diravî bide,” biryarê dadgehê got.

Wezîrê Dadê yê Belçîkî Koen Geens got ku hikûmeta wî hazir e ku zarokan bîne Belçîka, bi şerta ku dayikên wan bi wan re nebin.

Hêjayî gotinê ye ku zarokên Belçîkî li Kampa Al Hol dimînin ku ew di bin kontrola Kurdan de ye.

XS
SM
MD
LG