Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Belarûsê Aktîvîsta Navdar Kolesnikova û Du Kesên Din Hinda Ne


Protestoyên opozîsyonê, Belarus, 6 Îlon,2020.(AP)
Protestoyên opozîsyonê, Belarus, 6 Îlon,2020.(AP)

Li Belarus aktîvîsteka pêşeng ya opozîsyonê û du endamên dîn yên encûmena opozîsyonê îro Duşemê winda bûne.

Jiber ku ev kesena di dema ku desthilatdarên welat dixwazin protestoyên dijî jinûve hilbijartina serokê otorîter yê Belarus didomin, tepeser bikin de hatine desteser kirin, metirsîyan zêde dike.

Hate ragihandin ku Maria Kolesnikova, endama Encûmena Hevrêzîyê ya ku ji hêla opozîsyonê ve hatiye avakirin da ku bi serok Alexander Lukashenko re danûstandinên li ser veguhestîna desthilatdarîyê hêsan bike, li paytext Mînsk ji hêla kesên nasnameyên wan nediyar e ve bi mînîbûsekê hatiye revandin.

Hefteya borî, Maria Kolesnikova afirandina partiyeke nû ya opozîsyonê ragihandibû.

Endamê Encûmena Hevrêziyê Maxim Znak dazanîn ku hevkarên Kolesnikova ditirsin ku ew hatiye desteser kirin û ev nikarin xwe bigehînin du endamên dî yên Encûmenê.

Wezareta Navxweyî ya Belarusê dîyar kir ku wan Kolesnikova desteser nekirine, lê Komîteya Ewlehîya Dewletê ya ku hîn jî bi navê KGB ya ji dema Sovyetî de mayî, di derbarê bûyerê de bêdengîya xwe diparêz e.

Hindabûna Maria Kolesnikova, piştî protestoyeke girseyî ya roja Yekşemê ya li Mînsk ku tê texmîn kirin 100.000 xwepêşanderan kar vekişina serokê Belarûs Alexander Lukashenko daxwaz kirin, pêk hat.

Xwepêşandanên roja Yekşemê yên li paytext Mînsk û bajarên din tevî karbidestan hişyarî dan ku beşdervan dikarin bi toleyan re rû bi rû bimînin, berdewam kirin.

Wezareta Navxweyî ragihand ku roja Yekşemê 633 kes bi sedema beşdarbûna protestoyên dijqanû hatine binçav kirin.

Encûmena Koordînasyonê ev bûyera wekî metodên terorê yên ku hukûmet li şuna diyaloga bi civakê re bikar tîne, bi nav kir.

Hêjayê bîr xistinêye ku Serokê Belarûs Alexander Lukashenko desthilatdariya xwe ya 26 salan bi Tebaxê de hilbijartina seroktî ya 9'ê Tebaxê dirêj kir, lê hêzên opozisyon û welatên Rojavayî, Lukashenko bi sextekarî û hîleyên di hilbijartinê de tawanbar dikin.






XS
SM
MD
LG