Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîdera Opozisyona Belarûsê Daxwaza Dadgehkirina Lukashenko Dike


Rêbera rikeberîya Belarûsê Sviatlana Tsikhanouskaya

Rêbera rikeberîya Belarûsê Sviatlana Tsikhanouskaya îro Çarşemê bang kir ku dadgeheke navneteweyî were saz kirin da ku 'tawanên" serok Alexander Lukashenko yên 'dîktatorî' werin lêpirsîn kirin.

Tsikhanouskaya ev banga xwe di dema axaftina xwe ya di Senatoya Komara Çek de kir " Ez bang dikim ku dadgeheke navneteweyî were saz kirin da ku tawanên dîktatoriya Lukashenko yên berê û di dema hilbijartina 2020' de, lêpirsînê bike," Tsikhanouskaya got.

Tsikhanouskaya serdana Komara Çek dike bi Serokê Çek Milos Zeman û Serokwezîr Andrej Babis re hevdîtin pêk anî.

Wê got ku çareserîya yekane jibo rewşa Belarûs, hilbijartinên azad yên bi çavdêrên navneteweyî ye, lê li ser pêşnîyara xwe hûrgulî ne da.

Tsikhanouskaya berîya hilcivîna G7 ya Koma welatên xwedî aborîyên pêşkeftî ya vê heftê li Brîtanya çû Prague; ku tê payîn kirinku mijara Belarûs jî dê were gotûbêj kirin.

Hejayî balkişandinê ye, ku Belarûs Komareke Yekîtîya Sovyeta berê ye û hejmara xwecihên wê 9.5 mîlyon kes in.

Di 9'ê meha Tebaxa 2020'ande ku hilbijartina seroktîya Belarûs pêk hatibû û Lukashenko wek serkeftiyê hilbijartinan hatbû ragihandin.

Lê opozîsyona Belarûs dibê sextekarî di hilbijartinan de hatine kirin û dixwazin Lukashenko li ser desthilatê nemîne û ji wê demê vir ve protestoyên girseyî didomînin.

Lukashenko, sextekarîya hilbijartinê red dike û rexneyên dijî wî yên bo binpekirinên mafên mirovan zêdetir dibe.

Lukashenko roja Sêşemê qanûneke nû ya bo cezayên dijwartirîn, îmza kir, ku di nav de jibo kesên ku beşdarî protesto yan bibin bi sedema heqaretê li karbidestên dewletê, cezayên zindanê jî hene.

Alozîyên di navbera Belarûs û welatên Rojavayî meha borî jinûve zêde bû,

dema ku Minskê bi zorê bafairgeha Ryanair daxist û rojnamevanekî rexnegir desteser kir

Lukashenko rexneya Rojavayî ya li ser bûyerê red kir, û welatên Rojavayî tawanbar kir ku li dijî wî 'şerê taybetî' dimeşînin.

Amerîka û Yekîtîya Ewrupa xwe amade dikin ku jiber bûyera balafirê toleyên li ser Belarusê tundtir bikin.

XS
SM
MD
LG