Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Belarûsî Berbijarê Berê yê Serokomarîyê Desteser Kir


Sîyasetvanê muxalefeta Belarûsê Andrei Dmitriev hat desteser kirin.

Dmitriev di hilbijartinên serokomarîyê yên 2020’an de li hember serokomarê demdirêj Alexander Lukashenko sekinîbû.

Ew li Mînsk ya paytexta Belarûsê hatiye desteser kirin û li gor hevkarên wî heta niha jî sedema desteserkirinê nayê zanîn.

Karbidestên Belarûsê jî ser desteserkirina Dmitriev ti daxuyanî nedane.

Lukashenko, ku ji sala 1994’an vir ve li desthilatdarîyê ye, di hilbijartina 2020’an de jî serketina xwe ragihand lê muxalefet bi îdiayên ser sextekarîyê dijî wî protestoyên berfireh li dar xistin.

Bi sed hezaran Belarûsî, ku alîgirên rêbera serekî ya muxalefetê Svetlana Tikhanovskaya bûn, daketin kolanan.

Dmitriev, li gor encamên fermî di hilbijartinan de bi 1,2 ji sedê dengan di rêza 4’an de bû.

Serokomarê Belarûsê Lukashenko, ku hevbendê nêzîk yê Serokê Rûsya Vladimir Putin e, protesto bi tundûtûjîyê rawestandin û bo dengê opozîsyonê bibire zordarî zêde kir.

Komên mafên mirovan texmîn dikin ku li Belarûsê nêzî 1,500 girtîyên sîyasî hene û di bin zextan de ne.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG