Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polonya Belarusê Tawanbar Dike Û UNHCR Banga Pêşwaziya Penaberan Dike


Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki
Serokwezîrê Polonya Mateusz Morawiecki

Serokvezîrê Polonya dibêje Belarus bi zanebûnê penaberên Rojhelata Navîn han dide ku derbasî Polonyayê bibin da ku sîstema Yekîtiya Ewropayê tevlîhev bibe.

Serokwezîr Mateusz Morawieki li bajarê Kuznica got “Cîranê me ya rojhelatê, bi awayekî sîstematîk û plankirî hewl dide ku rewşa sîyasî tevlihev bike.

Ajansa Associated Press radîgîhîne ku vê mehê, nezîkî 3 hezar penaber ji Afghanistan û Iraqê hewl dane ku ji Belarusê derbasî Polonyayê bibin. Hêjayî gotinê yê ku Polonya nehiştîye ku ew penaber derbas bibin. Serokwezîrê Polonya dibêje, ew ê dîwarekî ava bikin da ku penaberan ji sînorên xwe dûr bixin.

Hikûmeta Polonyayê her wiha got heta niha ew alikariyê dide penaberên ku di axa Belarusê de mane.

Roja Sêşemê, Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî bang li Polonyayê kir ku alikarîya bijîşkî û dadwerî bide penaberan.

Ajansa Netewên Yekbûyî ya Penaberan UNHCR'ê bang li hikûmeta Polonya kir ku pêşwaziyê li komên penaber bike ku tê texmîn kirin, ji Îraq û Afganistanê ne, ew zêdetirî 2 hefteyane li Belarusê asê mane.

Hezaran penaber-Ku piranya wan xelkê rojhilata navîn in, di van mehan de sinorên Belarusê derbaz kirine û hatine welatên Ewrupa rojhilat, Latviya, Litwanya û Poland.

UNHCR di daxuyaniyekê de dibêje, "Welatan li gor yasya navnetewî mafê rewa heye ku sinorên xwe îdare bikin, lê divê ew rêzê li mafên mirovan jî bigrin, di nav de daxwaza mafê penaberiyê ."

XS
SM
MD
LG