Di dawî karwanê koçberên Kurd yên ji Belarûs ku 430 kes bûn, bi rêya firokxana Hewlêr ya nêvnetewî vegeriyan.
Hejmarek ji wan xelkê parêzgeha Duhok bûn. Îro roja Yekşemê çend xort ji wan hatin dîtin ku hêşta bi rê de bûn ku herin malên xwe li bajarê Duhok û çantên wan yên seferê hêjî di gel de bûn, Dengê Amerîka ew dîtin û wan jî çîrok û serpêhatiyên xwe yên wê geşta bizehmet û bê encam ji dengê Amerîka re vegotin.
Lê berî jibo Dengê Amerîka biaxivin, nexwestin nasnama wan bihê eşkere kirin, yek ji wan got "Dohî em di apartmantê de bûn polis hatin û gotin kanê pasportên we, sehkirine vîzeyan gotin vîzeyên we neman emê ji wera nû kîn. Lê rasterast em birîn firokxanê û em desteser kirîn û gotin dê we dersînor bikîn bo Îraqê geleka nedvîya bizivrin 2 defter heta du defter û nîv, 50 wereqe serfkirine min bi xwe nêzî 40-50- werqan serfkirine." Yek ji koçberên vegeryayî got.
Koçberên vegeriyayî dîsan behsa wê serederîya xerab kir ya ku li sinorê Belarûsê di gel de hatî kirin û got "Se - kûçik- berdidan me, li me dixist û cihê leqên Sa li laşê gelekan hebû."
Hêjayî gotinêye ku herçende wan gelek nexweşî di sefera xwe da dîtîn, lê dîsan jî wan xortan gotin emê li rêkek din bigerîn da ku cardî herin jiber ku em bi darê zorê anîne, ne em bi heza xwe hatine û vegeryane.