Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Krîza Penaberan ya Ser Tixubê Belarûs û Polanya Mezintir Dibe


Bi hezaran koçber li ser tixubê Belarûs û Polandê, di bin sermaye qerisî de li hêvîya derbazbûna welatên Ewrupî ne.

Karbidestên Polanyayî hişyarî didin ku reng e di navbera hêzên ewlekarîyê û penaberên ku dixwazin sînor derbaz bin de pevçûn derkevin.

Roja Duşemê bi hezaran kes hewil dabûn ku sîmên ser tixub bi kêr û alavên tûj bişkînin û derbazî alîuê Polanyayê bibin.

Polonya û endamên Yekîtîya Ewrupa Belarûsê bi rêdana derbazbûna neqanûnî ya penaberên ji Rojhilata Navîn, Afrîqaya Bakur û Afganistanê tawanbar dikin ku dixwazin xwe bigehînin welatên Ewrupî.

“Rejîma Belarûsî êrîş dibe ser tixubê Polandê û Yekîtîya Ewrupa. Niha li alîyê Belarûsê yê sînor kampeke penaberan heye ku nezî hezar kes li wir in û bi piranî kesên gênc in,” Serokê Polanya Andrzej Duda îro di preskonferansekê de got.

Wî da zanîn ku wel endama Yekîtîye Ewrupa, erka wan e ku kiryarên wha êrîşkar rawestînin.

Hikûmeta Belarûsî ya Aleksander Lukashenko, ku Rûsya piştgirî dide, red dike ku ew bi zanabûnê vê krîzê çêdike.

XS
SM
MD
LG