Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Belarûsê Lukashenko bo Dewra 6'an Sond Xwar


Serokê Belarûsê Aleksander Lukashenko bi merasîmeke demûdest bo dewra xwe ya 6’an sond xwar.

Li gor nûçeya ajansa dewletê, Beltra, li Mînsk ya paytext bi sedan karbidestên payabilind yên hikûmetê li merasîmê hazir bûn.

Beltra ragihand ku merasîm îro Çarşemê li dar ketiye û Lukashenko di destan de qanûna bingehîn ya welêt, sond xwariye.

Lukashenko di merasîmê de seba ‘’xizmeta bo gel, rêzgirtina bo maf û azadîyên hemwelatîyan û berevanîya wan’’ sond xwar.

Lukashenko, ku li Belarûsê di 26 sal in desthilatê ye, dîyar kiribû ku ew di hilbijartinên 9’ê Tebaxê de jî bi ser ketiye, lê rikeberî û alîgirên wan encamên hilbijartinê nepejirandibûn û daketibûn qadan.

XS
SM
MD
LG