Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Belarûsya Dom Dikin Û 50 Kes Hatin Girtin


xwepêşandanên Belarûsya
xwepêşandanên Belarûsya

Îro Yekşemê li paytexta Belarûsya Minsk dîsan xwepêşandan hebûn û herî kêm 50 kes hatine girtin.

Ajansa Nûçeyan ya Interfax li gorî şahidên bûyerê radigihîne ku li paytext Minsk şer û pevçûn di navbera xwepêşander û polîsan da derketîye.

Belarûsya Komareke Yekîtiya Sovyeta berê ye û hejmara xwecihên wê 9.5 mîlyon kesin. Ji 9ê meha Tebaxa îsal heta niha meşên protestoyî û xwepêşandên girseyê tên dom kirin.

Piştî ku encamên hilbijartinên serokatiyê yên 9ê Tebaxê derketin alozî li wî welatî dom dikin, opozisyon dibêje sextekarî di hilbijartinan da hatîye kirin piştî ku cardî Alexander Lukashenko weke serokê welat hat ragihandin lê desthilata Lukashenko wê îdîaya opozisyonê red dike. Alexander Lukashenko zêdetirî 26 sala ye li ser desthilatê ye li Belarûsya.

Amerîka, Yektêiya Ewrûpa hêzên opozisyon destek dikin û hejmarek lîderên opozisyonê derketine derveyî welat û hin jî hatine girtin, desthilata Rûsya jî piştgîriyê dide serokê welat Alexander Lukashenko û hikûmeta wî.

XS
SM
MD
LG