Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakur û Rojhilata Sûriyê Vîrusa Korona Belav Dibe Û Qedexeya Derketinê Tê Dirêjkirin


Navenda bajarê Reqa di dema karantînê de
Navenda bajarê Reqa di dema karantînê de

Li bajarê Reqa ji ber zêdebûna hejmara nexewşên vîrusa korona gehiştina di astên herî bilind de, Komîta Tenduristiyê ya Encûmana Reqa Sivîl bo cara siyan qedexeyên derketina ji mal ragihand, ku qedexeya giştî ji 6 ê Nîsanê ta 22ê Nîsanê hate dirêjkirina, Ji bo rêgirtina li pêş belavbûna lez ya vîrusa Korona.

Hevseroka Komîteya Tenduristî ya Encûmana Reqa Sivîl Zîna Hesen ji Dengê Amerîka re eşkere kir û got "Ji ber zêdebûna tûşîbûyan êdî cih li navendên Korona nema ji bo pêşwazîkirina nexweşên nû".

Di dema niha de û piştî ku hejmara nexweşên korona kêm bûn, qedexe dîsa hate dirêj kirin, lê vê carê bi awayekî beşî ji 23ê ta 29ê vê mehê, ku welatî dikaribin hin karê xwe bikin û pêdiviyên xwe bidestxin, zelal bû ku qedexeya giştî hejmara tûşîbûyên nû daxist .

Hevseroka Komîta Tenderustî ji Dengê Amerîka re li ser şêweyê rûbrûbûna Korona axavî û got "Em hewl didin ku belavbûna veyrûsê tune bikin".

Hêjayî gotinê ye ku bajarê Reqa jî wekî bajarên din yên Rêveberiya Xweser, di vê mehê de hejmara tûşîbûyan zêde bû, ku li gor tomara desteya tenderustî ya Bakur û Rojhilata Sûriyê di 27ê vê mehê de 233 kes tûşî korona bûne û 15 kesan jî canê xwe jidest dane, wek tê zanîn ku ta niha vaksîna Korona negihiştiye deverên Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê.

Raporta Reqa 28 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG