Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Belçîka ji Hollanda û Îspanya Radestkirina 2 Bergumanên Têkildarî Êrîşa Îslamî ya li ya 2023’yan Dixwaze


Piştî êrîşeke çekdarî li Brukselê (Arşîv)
Piştî êrîşeke çekdarî li Brukselê (Arşîv)

Hikûmeta Belçîka daxwaz ji Hollanda û Îspanya kir ku 2 bergumanên têkildarî êrîşa çekdarên Îslamî ya li Brukselê ya sala 2023’yan radest bikin.

Di wê êrîşê de 2 hemwelatîyên Swêdî hatibûn kuştin û kesekî din jî birîndar bûbû.

Berdevkê Dozgerîya Federal ya Belçîkî got ku bi bawerîya wan gumanbaran alîkarîya çekdar Abdesalem Lassoued kirine ku çeka ku di êrîşê de hatiye xebitandin peyda bike.

Berdevkê dozgerîyê herwiha got ku gumanbarek dawîya hefteya borî li Îspanya û yê din jî hefteya borî li Hollanda hatiye girtin, lê ti hûrgilî neda.

Rojnameya Hollandî De Limburger ragihand ku gumanbarê li Hollandayê ciwanekî 25 salî ye.

Belçîkayê di dema êrîşê de jibo maça futbolê ya Euro 2024'an de mazûvanîya tîma netewî ya Swêdê dikir.

Lassoued, ku 45 salî ye, Tûnisî ye û di vîdyoyek ku li ser înternetê hate weşandin de berpirsîya êrîşê girtibû ser xwe.

Lassoued, di wê vîdyoyê de xwe wek endamekî rêxistina terorê. Dewleta Islamî anku DAIŞ dabû nasîn û ew paşê ji alîyê polîsan ve hatibû kuştin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG