Breaking News

Belema Masîgir ya Koreya Başûrî Hate Revandin

Belema Masîgir ya Koreya Başûrî Hate Revandin
Belema Masîgir ya Koreya Başûrî Hate Revandin

Karbidestên Koreya Başûrî dibêjin, rêbirên deryayî yên Somalî dest danaye ser belemeke masîgir ya wî welatî. Karbidestên Seoulê radigîhînin, 43 kesên nav belemê jî, ji alîyê korsanan ve hatine desteser kirin.

Wezareta Derve ya Koreya Başûrî bi daxuyanîyeke îro Yekşemê ragihand, keştîya masîgir ya bi navê Keummi 305 di 9’ê Cotmehê de, li nêzîkî girava Lamu ya Kenyayê ya li Oqyanusa Hîndî hate revandin.

Wezaret her wiha ragihand, 2 kesên nav belema Koreya Başûrî, 2 Çînî û 39 kesên din jî Kenyayî ne.

XS
SM
MD
LG