Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Bawer Dike ku Belgeyên Ser DAIŞê Rast Bin


Polîsên federalî yên Almanî îro Pêncşemê dibêjin, bi bawerîya wan belgeyên ku ji endamekî berê yê DAIŞê hatine û agahî li ser cîhadîyên Alman didin, bi îhtîmeleke xurt agahîyên rastîn in.

Berdevkê Ofîsa Tawankarî ya Federalî Markus Koths got ew ji hebûna belgeyên wiha ku di rojnama Sueddeutsche Zeitung de hatin weşandin, agahdar in.

Markus got, ew difikrin ku dokumentên hatine weşandin bi îhtîmaleke xurt rastîn in û loma jî ew bi cidî pêdaçûna li ser wan dikin û pîvanên pêdivî werdigirin.

XS
SM
MD
LG