Weşanger û nivîskar Rênas Jiyan li ser platforma X’ê ragihand ku polîsan îro Sêşemê destê sibê bi ser Weşanxaneya Belkî de girtiye.
Rênas Jiyan ser lêgerîn û lêpirsîna li weşanxaneya navenda wê li Amedê ye got,”Ev çawa pêvajo ye, çawa lihevhatin e? Pêvajo vala ye. Zextkarî û zordarî ne çareserî ye, mafnasî û dad û azadî çareserî ye.”
Do Sêşemê bi dehan sîyasetvanên Hevbendîya Netewî ya Kurdistanê hatibûn desteserkirin û Rênas Jiyan jî gotibû ku ew zext û zora dewletê ya li ser Hevbendîyê şermezar dike.
Weşanxaneya Belkî ya bi rêberîya Rênas Jiyan sala 2003’an dest bi karên xwe kiriye û tenê pirtûkên bi Kurdî çap dike.
Desteserkirin û lêpîrsînên dawî yên ser sîyasetvan û rewşenbîrên Kurd li vê demê rast tên ku di rojeva Tirkîyê de prosesa aştîyê heye ku bi gotina fermî navê wê Tirkîyeya Bêteror e.
Li ser pêla desteserkirin û lêpirsînên dawî, 13 baroyên herêma Kurdan daxuyanîyeke hevbeş dan.
Baro dîyar dikin ku li Tirkîyê danûstandinên ser aştî û demokrasîyê didomin, lê ew desteserkirin û lêpirsînin zirarê didin bawerîya welatîyan.