Serokwezîra Bangladaşê Şêx Hasîna piştî pêla protestoyan û tundûtûjîya li welêt îro Duşemê karvekişîna xwe ragihand û ji welêt revî.
Rêberê Artêşa Bangladaşê General Waker-Uz-Zaman karvekişîna Hasîna ji televîzyonê ragihand û dîyar kir ku ewê hikûmeteke demkî were ava kirin.
Nûçeyên medyayê nîşan didin ku Hasîna ya 76 salî tevî xwişka li helîkopterekê siwar bûye û ber bi Hîndistanê ve bi rê ketiye.
CNN News 18 ragihand ku Hasîna li Agartala ya paytexta eyaleta Tripura ya li rojhilata bakurê Hindistanê, ku li rojhilata sînorê Bangladeşê ye, daketiye.
Muxalefeta Bangladaşê serê salê hilbijartin boykot kiribûn û Hasîna li ser hev cara çaran bi ser ketibû ku bangên ser vekişîna wê veguherîn protestoyên berfireh.
Meha borî ser kotayên jibo xwendekaran yên li karên dewletê jî protesto destpê kiribûn ku ew jî veguherîn bûyerên tundûtûjîyê.
Di protesto û bûyerên tundûtûjîyê de 250 kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Zaman dîyar kir ku wî bi rêberên partîyên sîyasî re danûstandineke kêrhatî kiriye û got ku ewê di demeke nêz de bi serokomarê welêt Mihemed Şahabudin re bicive û ser rêka siberojê biaxife.
Rêberê artêşê, ku meha Hezîranê dest bi kar kiribû, dîyar kir ku Bangladeş di qonaxeke şoreşger re derbaz dibe.
Wî bang li hemwelatîyên Bangladeşê kir ku bawerîyê bi artêşê bînin û bê hêvî tevnegerin.
Zaman ji hemwelatîyan xwest ku serî li tundûtûjîyê nedin, lê jibo rêkên aştîyane bimeşin.
Dîmenên televîzyonan nîşan didin ku bi hezaran kes bi kêfweşî dadikevin sûkên Dakka ya paytext û sloganan dibêjin.
Bi hezaran kes ketin avahîya fermî ya Hasîna ya nav Ganabhan, slogan gotin û tilîyên zaferê raber kirin.
Hin xwenîşanderan kursî, televîzyon û maseyên avahîyê rakirin û hinekan jî got ‘’Ji welêt revî, ji welêt revî.’’
Di dîmenan de xuya dibe ku hin xwenîşander rabûne ser peykerê bavê Hasîna, Şêx Mucibur Rahman, ku rêberê serxwebûna Bangladaşê ye, û serê wî qut dikin.
Jêder: Reuters