Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mediya Îranê: Banisadr, Yekemîn Serokê Piştî Şahî Koça Dawî Kir


Abolhassan Banisadr, yekemîn serokê piştî çûna Şahî li Îranê
Abolhassan Banisadr, yekemîn serokê piştî çûna Şahî li Îranê

Mediya ser bi dewleta Îranê ve ragihand ku yekemîn serokê piştî hatina şorişa Îralmî ya Îranê Abolhassan Banisadr roja Şemiyê di jiyê 88 saliyê de li Parîs koça dawî kir, ev yek ji aliyê ajansa nûçeyên Fransa AFP ve hatiye piştrast kirin.

Malbata Abolhassan Banisadr roja Şemiyê derbarê mirina wî de daxuyaniyek weşand û radigihîne ku Benî Sedir li nexweşxaneke Parîs piştî berxwedaneke dirêj li dij nexweûiyê koça dawî kir.

Banisadr yekemîn serokê hilbijartî bû li Îranê piştî hatina şorişa Îslamî ya Îranê li dij desthilata Şahî bi rêberiya kesayetiyê oldar yê Şîa mezheb Ayatullah Xûmeynî li sala 1979 ê.

Benî Sedir ji aliyê rêberên olî de li wî çaxî hatbû neçar kirin ku dest ji kar berde piştî ku ji aliyê Murşidê bilind yê olî bi "xiyanetê" û kar kirina li dij oldaran hat tawanbar kirin.

Banisadr nikarî di dema desthilatê de kontrola rewşa heyî bike ya ku pêwîst bû bikira, weke serderiya li gel rehînên girtina yên balyozxana Amerîkî sala 1979ê û şerê li dij Îraqê, dîsan bû bargiraniyek li ser desthilata nû hatî.

Li Îranê paşî her tişt kete destê rêberê bilind yê olî Ayatullah Xûmeynî, yê ku piştî 16 mehan ji desthuilatê Hesen Benî Sedir ji desthilatê avêt.

Banisadr paşî derbarê Xûmaynî gotbû "Ez weke zarokekî bûm, dema li bavê xwe mêze dike û li ser alkohulê ratê, lê alkohul vê carê desthilat bû."

Banisadr paşan şiyabû di ser Tirkiyê re bireve Ewrupa, ji sala 1981ê heta koçkirinê li Parîs dima û yek ji opozisyona rejîma Tehranê bû, her çende bi Xûmeynî re li dij desthilata Mohemed Riza Şah xebat kirbû û tevî Xûymenî sala1979ê ji Fransa bi firokekê gihabûn Îranê.

Banisadr di salên 1960an de di tevgera xwendekaran de li dij desthilata Şahî li Îranê xebat dikir, du caran hate girtin û di serhildana sala 1963ê de birîndar bibû.

Rojnama Almanî ya navdar 'Der Spiegel' îro nivîsek li ser mirina Banisadr nivîsan û da zanîn ku ku Banisadr wekî parêzerê "riya sêyemîn ya îslamî" ya demokratîk, di nava rêzên tundrêyan de gelek dijberên wî hebûn. Ji sala 1981 ew li Fransayê dijî.

XS
SM
MD
LG