Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertekên Ser Qedexekirina Lîstika Kurdî Berû li Senbolê Didomin


Qeymeqamtîya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, lîstika şanoyê ya bi navê Bêrû: Klakson Borîzan Birt a Teatra Jîyana Nû qedexe kir.

Şano dê li sehneya Şanoyên Şaredarîya Bajarê Mezin a Stenbolê bihata lîstin ku piştî 106 salan.

Qeymeqamtiyê lîstik bi sedema ku “asayîşa giştî xirab dike” çend seat berî pêşkêşkirina listokê qedexe kir.

Walîyê Stenbolê Alî Yerlîkaya jî li ser qedexekirina lîstika “Berû” daxuyanîyek da.

“Qeymeqamtîya Gazîosmanpaşa lîstik ne jiber ku Kurdî ye, jiber ku propagandaya Partîya Karkerên Kurdistan’ê (PKK) dike, qedexe kir. Bi mijarê ve girêdayî peyvajoya dadwerî hat destpêkirin.”

Ekrem Imamoglu
Ekrem Imamoglu

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî ser qedexekirina şanoya Kurdî nerazîbûn û xemgînîya xwe anî ziman.

“Berî niha van hevalan 20-30 caran ev lîstik li Tirkîyê û Stenbolê lihîstine. Heta niha hûn li ku bûn? Dibêjin lêpirsîn wê were destpê kirin. Ev jî bi zimanê şanoyê perdeya dawî ya pêkenok e. Jiber ku heman listik di sala 2014’an de bi zimanê Tirkî di Şanoyên Dewletê jî hatiye lîstin. Niha jî wê Kurdî were lîstin çi ferq heye?”

Yek ji endama Teatra Jîyana Nû şanoger Rugeş Kirici jî bertek nîşanî biryara qeymeqamtîya Gazîosmanpaşa û Walîtîya Stenbolê da û got ku mijar ne propaganda ye, lê zimanê Kurdî ye.

“Lîstika Dario Fo çawa dibe propagandaya PKK’ê? Ya rastî ez vê yekê wek henekekê dibînim. Li Tirkîyê bi dehan koman ev lîstik lihîstine. Sala 2001-2002’an de Şanoya Dewletê ya Trabzonê jî ev lîstik peşkeş kiriye.”

Kirici bi berdewamî got ku wan heta niha nêzî 100 caran ev lîstik raberî temaşevanan kiriye.

Lîstika Bêrû ku berhema şanogerê Îtalî Dario Fo ye, ji alîyê Dîlawer Zeraq ve hatiye wergerandin.

Lîstik bi derhênerîya Nazmî Karaman û bi lîstikvanîya Rugeş Kirici, Omer Şahîn, Rewşan Apaydin û Cîhat Ekîncî ve tê lîstin.

Teatra Jîyana Nû di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) de xebatên şanoyê bi rê ve dibe û ev 29 sal in xebatên xwe didomîne.

Hêjayî gotinê ye ku ger lîstika Berû nehatiba qedexe kirin, ewê di dîroka Şanoyên Bajêr ya Stenbolê ya 106 salan de, cara yekê bûya ku lîstikeke Kurdî dê bihata lîstin.

MEB_14_10_20_Qedexekirina_Şanoya_Kurdî
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:46 0:00

XS
SM
MD
LG