Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Pirsgirêkên Navbera Dadgehan di Doza Berberoglu de Zelal Dibe


Parlamanterê berê yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Stenbolê Enîs Berberoglu ji doza “Nûçeya Qamyonên MİT’ê” ji parlamanterîyê hatibû derxistin û paşê jî ew hatibû girtin.

Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) 9’ê Cotmeh’ê de dîyar kir ku pêvajoya darizandina Berberoglu û xistina parlementerîya wî dijî qanûnê ye.

AYM ji Dadgeha Cezayê Giran a 14’an a Stenbolê xwest ku jiber binpêkirina "mafê hilbijartin û sîyasetkirinê" û "mafê azadî û ewlehîya kesî"Berberoglu jinûve were darizandin.

Lê, wê dadgehê biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn red kir û biryara jibo Berberoglu jî di cîh de dît.

Hiqûqzan Prof. Dr. Osman Can hem daxwaza Dadgeha Qanûna Bingehîn hem jî biryara Dadgeha Cezayê Giran a 14’an a Stenbolê ya dijî Berberoglu bi awayekî berfireh nirxand.

Osman Can
Osman Can

“Di hiqûqa Tirkîyê de dadgeheke heremî ne pêkan e ku biryareke wiha bide. Dadgeha Cezayê Giran a 14’an a Stenbolê nikare daxwaza Dadgeha Qanûna Bingehîn red bike. Di qanûnan de bi awayeke zelal dinivîse ku biryarên AYM’ê divê were bi cîh anîn.”

Can bi berdewamî got ku tiştê ku çêdibe wek şerêkî sîyasî xuya dike. “Berî niha jî dadgehên heremî biryarên wiha dabûn û lê paşê biryarên AYM’ê hatibûn cîhanîn.”

Can dîyar dike ku jiber parlamanterîya Berberoglu ev rewş cudatir e û AYM bi awayekî zelal dibêje ku Berberoglu parlamanter e.

“Loma, li gor qanûnan ne pêkan e ku Berberoglu were darizandin,” Can got.

Parêzerê Berberoglu Yigit Acar jî piştî biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn ya jinûve darizandina Berberoglu serlêdana Dadgeha Cezayê Giran ya 15’an a Stenbolê kir.

Hêjayî gotinê ye ku Berberoğlu di 13’ê Sibat’a 2018’an de jiber ku dîmenên “Qamyonên MİT’ê” yên rawestandî dabû sernivîskarê berê yê rojnameya Cumhurîyet’ê Can Dundar, bi tawana “eşkerekirina agahîyên nepênî yên dewletê” 5 sal û 10 meh cezayê zindanê li wî hatibû birîn.

Nûçeyê nîşan dida ku dewletê bi qaçaxî çek jibo çekdarên Îslamî derbazî nav axa Sûriyê kirine û ev bûyer di nava bîragiştîyê de wek “Qamyonên MIT’ê” tê zanîn.

MEB_15_10_20_Darizandina_Berberoglu
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:33 0:00

XS
SM
MD
LG