Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarên Stenbolê Rû bi Rû Axifîn


Ekrem Îmamoglu û Bînalî Yildirim

Berbijarên bajarvanîya Stenbolê Bînalî Yildirim û Ekrem Îmamoglu di weşana zindî de rû bi rû axifîn.

Her du berbijar bi moderatorîya Îsmail Kuçukkaya derbarê betalbûna hilbijartina 31’ê Adarê, penaberên li Stenbolê, ciwanên bê kar yên li metropolê, feqîrî û mijarên din peyivîn.

Piştî hilbijartina 31’ê Adarê pisporên sîyasetê dîyar kiribûn ku Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di serketina Îmamgolu de roleke girîng lîstiye.

Li ser pirseke derbarê hilbijêrên HDP’ê yên li Stenbolê, berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Bînalî Yildirim dîyar kir ku ew partîzanîyê nakin û ewê bo hemî Stenbolîyan karên xwe bidomînin.

Berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu jî da zanîn ku ewê hemî kesên li bajarokên Stenbolê heman xizmetê bistînin.

Hin rojnamevanan ji Twitterê gotin ku nîqaşa her du berbijaran ti bandor li ser hilbijêran çênekiriye.

Hêjayî bîrxistinê ye, medya Tirkîyê dide zanîn ku piştî 17 salan du berbijar di weşana zindî de rû bi rû axifîne.

XS
SM
MD
LG