Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrekî Nû li Pakistanê Xwe Jibo Kar Amade Dike


Berbijarê ku ji alîyê partîya desthilat li Pakistanê ve dibe serokwezîrê bê yê welat, berbijarîya xwe bi fermî destpê kir da ku cihê Yousuf Raza Gilani bigire, yê ku hefteya borî ji alîyê Dadgeha Bilind ya welat hate qewirandin.

Wezîrê pîşezasîya cilûbergan, Makhdoom Shahabuddin roja Pêncşemê kaxezên berbijarîya xwe pêşkêş kir, rojekî berî ku qanûndarêjên parlemanî kom bibin jibo dengdana fermî. Lê piştî wî kaxezên xwe rakir, medya Pakistanî di cih de ragihand ku dadwerekî doza girtina Shahabuddin kiriye li ser girêdana wî bi derkirîna demanê ephedrine yê qedexekirî.

Li alîyê din, roja Pêncşemê Dadgeha Bilind ya Pakistanê birêz Gilani wekî serokwezîrekî ne ewle ragihand, jiber tewankirine berê wê. Gilani hate li ser tewanên veşartina rastîyê hate ceza kirin jiber ku wî red kir daxwaza desthilatdarên Swêsrî bike jibo lêkolînên gendelîyê dijî Serok Asif Ali Zardarî.

Çaverê tê kirin serokwezîrê nû jî têkev bin fişaran jibo lêkolînkirina serok.

XS
SM
MD
LG