Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berbijarê Seroktîyê Huntsman Piştgirîya Boston Globe Werdigire


Berbijarên seroktîyê yên Komarî bi hevre ne
Berbijarên seroktîyê yên Komarî bi hevre ne

Berbijarê seroktîyê yê Komarî Jon Huntsman ku di kêbirkeya berbijarîyê de di rewşeke dijwar de ye, piştgirîyeke mezin ji rojnameya girîng ya Amerîkî, The Boston Globe wergirt.

Rojnameya The Boston Globe pesna walîyê berê yê eyaleta Utah, Jon Huntsman da û got, ew berbijarê herî baş e ku bikaribe ku derfetên heyî kar bîne û seroktîya Amerîkayê bike.

Rojnameya The Boston Globe ya bingeh li Massachusetts, di sernivîsa xwe ya îro Înê de, pesna sîyaseta Huntsmann ya di warên enerjî, perwerde û koçberîyê da.

The Boston Globe her wiha got, jiber ku Hunstman wekî balyozê Amerîkayê li Çînê xebitî, ew xwedîyê zanîn û kanîneke taybet ya sîyaseta derve ye.

Rojnameya navdar ya Amerîkî got, li nav berbijarên Komarî tenê Huntsman û Mitt Romney birastî xwedîyê şans in.

XS
SM
MD
LG