Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Berfa Zêde Banên Gelek Firoşgehan Hilweşandin


Li bajarê Wanê di encama barîna zêde ya berfê de banên gelek firoşgeh û kargehan hilweşîn û zararên diravî çêbûn.

Li gor rûniştvanan, piştî 26 salan li Wanê û heremê berfa herî pir barîye û di nava bajêr de sitûrahîya berfê nêzî metreyekê ye.

Bazirgan Fîroz Ozdemîr, ku banê kargeha wî hilweşîye, gazincan dike ku barîna berfê li Wanê bûye sedema gelek zararan.

“Dikarim bêjim ku berî 26 salan berfeke evqas pir hatiye. Dîkana min hilweşîye û makîneyên me gîş di bin kavil de mane. Herî kem 350 hezar lîraya Tirkî zarara me ya diravî çêbûye û karê me bi giştî rawestîye.”

Ozdemîr bang li karbidestan dike ku alîkarî bidin gelê Wanê.

Li gor agahîyên herî dawî yên Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê, herî kêm rêyên 147 tax û gundan jiber berfê hatine girtin.

Herwiha, rêya di navbera bajarokê Miks û Wanê de jî ji 4 Sibatê vir ve jiber aşîtan hîn girtî ye û rêka bajarokê Şaxê jî piştî hefteyekê jinûve hate vekirin.

Di heman demê de jiber îhtîmala aşîtan karbidest tim li heremê hişyarî didin rûniştvanan.

Hêjayî bîr xistine ye ku ji serê meha Sibatê vir vê li bajarê Wanê û heremê pir berf barîya ye û jiber vê jî zirar û zîyanên can û malên rûnitşvanan çêbûne.

Di aşîtên bajarokê Miksê de 42 rûniştvan, di bahoz û sermaya bajarokê Qelqelîyê de jî herî kêm 13 penaberan jîyanên xwe ji dest dabûn.

AA_19_02_20_Hilweşîna_Banan.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00


XS
SM
MD
LG