Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Barîna Berfên Zêde, li Erzîromê Demsala Kaşê Destpê Kir


Di rojên dawî de gelek berf li herema Serhedê dibare û ew jî jîyana hemwelatîyan dixe rewşeke dijwar.

Lê, di heman demê de hîn cîh hene ku kêfa hebûna berfên zêde dijîn. Li navenda Kaşê ya Palandoken ya bajarê Erzîromê stûrahîya berfê giheştiye nêzi 80 santîman û jibo spora kaşê (şimitînê) derfetên baş peyda bûnê.

Li Palandokenê demsala şimitînê di 10'ê meha Berfanbarê de destpê dike û heya serê Gulanê didome.

Çîyayê Palandokenê 3200 metre bilind e li 40 cîhên curbicur, derfetên baş yên kaşkirinê li wê derê heye û piranî kesên ji Rûsya, Ukrayna, Îran, Hollanda û Almanya tên wê navendê.

Tarik Temel, mamostayê fêrkirina şimitînê dilgeşîya xwe dîyar dike ku rewşa hewa baş e.

“Stûrahîya berfê giheştiye 80 santîman. Ev jî jibo kaşê derfetek pir baş e. Gelek kes hatine vê derê û bajêr û otel tijî kirine. Bi taybetî wê meha Sibatê jiber betlanê hejmara seredanvanan zêde be.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 2011'an de Lîstikên Zivistanê yên Zanîngehên Cîhanê jî li Palandokonê hatibûn kirin.

AA_03_01_2019_Palandoken
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:23 0:00

XS
SM
MD
LG