Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdarê Serokomar: Serokomar Aliyên Kurdî Jibo Amadekariyên Her Pêşhatekê Hişyar Kirine


Berhem Salih Serokomarê Îraqê û Masûd Barzanî serokê PDK'ê
Berhem Salih Serokomarê Îraqê û Masûd Barzanî serokê PDK'ê

Cîhad Hesen peyvdarê Serokkomarê Îraqê, amaje bi wê yekê dide ku, Serokomarê Îraqê Berhem Salih di dema sedana xwe ya çend rojên derbazbûyî de bo cem aliyên Kurdî li Herêma Kurdistana Îraqê, ew alî derbarê amadekariyên jibo her pêşhatek û bûyereke çaverê nekirî li herêmê hişyar û agihdar kirine, û peyvdar tekezê li ser civîna dualî ya Serokomar Berhem Salih û Serokê PDKê Masûd Barzanî dike û dibêje ku civîneke dirêj encam dane.

Hesen Cîhad peyvdarê Serokomarê Îraqê bo Dengê Amerîka eşkera kirîye ku berî serdana Serokomar Berhem Salih bo Herêma Kurdistanê, çendîn caran serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û Huşyar Zêbarî li Bexda dîtine û ew hişyar kirine ku divê aliyên Kurd di yekgirtî bin û yekrêzî di anv mala kurdî de hebe, wan jî, hewildan û pêşniyarên serokomar giring dîtine, lewan hatiye herêmê û dibêje "Dr. Berhem jiber wê yekê hat Herêmê jiber ku têkiliyên di navbera aliyên Kurdî de pêwîstî bi yekrêzî û pêdaçûnekê heye û divê rêform çê bibin û yekrêzî di vê qunaxê de bo Herêma Kurdistanê giringe, herwiha herêm jî handa jibo ku têkiliyên xwe bi Bexda re xurt bikin."

Peyvdar di hevîdtina bi Dengê Amerîka re, tekez dike ku "Aliyan hewildanên serokomar baş dîtin, her jiber wê yekê bû Nêçîrvan Barzanî serokê Herêmê serdana Silêmaniyê kir û ligel aliyan kombû, hêvî hene ku ew kombûn bihên berdewam kirin, heta ku digehin lihevhatinekê, bi taybet têkiliyên di navbera PDK û YNKê de ji niha baştir bibin."

Peyvdar ku beşdarî di beşeke civînên di navbera Serokomar û alaiyên Kurdî de kirîye û zelal dike ku ya herî baş civîna serokomar û Masûd Barzanî bû, herwiha serokomar li gel aliyên din yên weke YNK, PDK, Yekgirtuya Îslamî, Komele ku wan jî hewildanên serokomar pê başbûn.

Hesen Cîhad Peyvdarê Serokomarê Îraqê
Hesen Cîhad Peyvdarê Serokomarê Îraqê

Li gorî hin pêzanînên ku bidest Dengê Amerîka keftine, Serokomar berpirsên Herêma Kurdistanê derbarê êrîşên Heşda Şaabî di qunaxa dahatî de hişyar kirine, lê peyvdarê serokomar behsa vê xalê nekir û got "Pêşhat û bûyerên li herêmê pêk tên, weha dixwaze ku Kurd yek hewlêst bin û yekgirtî bimînin, bi taybet Dr. Berhem mînaka sala 2003ê anî, dema ku Kurd yek deng bûn, daxwazên wan bicih dihatin, berî hilbijartinan jî divê Kurd yek helwêst û yekgirtî bin."

Her dîsan li gor hin pêzanînên bidest Dengê Amerîka keftine, têkiliyên Serokomar Berhem Salih û Serokwezîrê Îraqê Mustefa Al Kazimî herçende asayîne, lê germiya caran ya di navbera wan de nemaye, sedema wê jî ewe ku Kazimî dixwaze xwe ber bi hin aliyên Şîa de bikişîne, lê Hesen Cîhad peyvdarê Serokomar red kir ku sistî ketibe têkiliyên di navbera Berhem Salih Û Mustefa Al Kazimî û got"Têkiliyên wan di baş in, her tim hevdu dibînin."

Raporta Kerkukê 16 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00

XS
SM
MD
LG