Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih: DAIŞ Projeya Gemar Ya li Dij Îraqê Bû


Berhem Salih Serokê Îraqê
Berhem Salih Serokê Îraqê

Roja Çarşemê serokomarê Îraqê Berhem Salih, peyvek li hember Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî pêşkeş kir, Salih di peyva xwe de tekez li ser şerê li dij terora DAIşê kir û daxwaza wekhevî û lihevhatina li herêmê kir.

Berhem Salih, destpêka axfitna got "DAIŞ projekî pîsbû li dij Îraqê hat bikar anîn". Serokê Îraqê da zanîn ku piştî 40 salan ji zordarî û çewsandina rejîma berê, Îraq dîsan rastî terora DAIŞê hat, lê hêzên ewlekarîya Îraqê, leşker, polîs, Heşd û Pêşmerge, nehişt projeya DAIŞê li Îraqê serkeve, DAIŞ bi hêz û îradeya Îraqyan hat derkirin.

Lê serokê Îraqê da zanîn ku divê xebat bihê kirin û alîkarî û hevgirtin hebe da ku ji metrisîya DAIŞê rizgar bibin û cardî bihêz nekeve, û sopasî û rêzên xwe pêşkeşî hevpeymaniya navnetewî û Amerîka kirin û di şerê DAIŞê de gelek alîkarîya Îraqê kirine.

Salih behsa rewşa navxweya Îraqê kir û da zanîn ku erkê wan gelek bi zehmete lê ew bi hêvîne ku di warê Aborî, Siyasî û Ewlekarîyê de bi piştevaniya civaka navnetewî serkevin.

Di beşekê axiftinên xwe de Berhem Salih behsa şerên li herêmê kir û da zanîn ku Sûriya bûye bingeheke metrîsdar ya terorê, divê şerê çendîn salan li wî welatê bidawî bibe.

Herwiha Salih behsa şerên li Yemenê jî kir daxwaz ji aliyên nakokbar kir ku çendî zû bikarin lihevbên û dawiyê li şer û pevçûnên li wî welatî bînin.

Berhem Salih serokê Îraqê, behsa aloziyên li Kendavê kir û da zanîn û got hêvîdarin rewşa aloz ya li herêmê bi rêya diyalog û danûstendinan bihên çareser kirin, herêm êdî nikare tehemula şerekî din bike, bang li civaka navnetewî kir ku zenga metirsiyek mezin li herêmê heye, bila rê li nakokî û pevçûnan bihê girtin.

Salih di Peyva xwe de êrîşên vê dawiyê yên ser Erebistana Saudî şermezar kirin û got "Ewlekarîya Erebistana Saudî, ewlekarîya Îraqê ye jî."

Berhem Salih li dawiya Peyva xwe ya li Netewên Yekbûyî bi zimanê Kurdî bidawî kir û got"Ji vêderê silavan jibo hemû welatî û gencan dişînim, bo kesûkarên şehîdan qurabniyên rejîma dêktator û gorên komî û Anfalkirîyan jî dişînim'.

XS
SM
MD
LG