Parlamana Îraqê erka avakirina hikûmeta nû da Esad Îdanî yê bi piştgirîya Îranê, lê xwepêşander ji wê yekê nerazî ne.
Serokomarê Îraqê Berhem Salih dibêje ku ew erka avakirina hikûmeta nû nade Îdanî.
“Li şûna ku namzedekî ne li gorî dilê xwepêşanderan erkdar bikim, ez dest ji kar berdim çêtir e," Salih got.
Salih, berî ku di 2018'an de bide serokomarê Îraqê, wek cîgirê serokwezîr jî xebitîbû û demekê serokwezîrtîya Herêma Kurdîstana Îraqê jî kiribû.
Li Îraqê ji 1ê Cotmehê vir ve li dijî sîstema partîyên sîyasî û dijî hikûmetê xwepêşandan çêdibin û daxwazên reforman tên bilind kirin.
Xwepêşanderên ku piranîya wan ciwan in, li hember xizanîyê derdikevin û dixwazin li Îraqê sîstema sîyasî biguhere.
Serokwezîrê dawî Adil Abdulmehdî, li ser banga rêberê olî yê Şîa Alî Sîstanî kar berdabû.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di xwepêşandanan de heta niha 450 kes li Îraqê hatine kuştin.