Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêrîvan Xalid: Êrîşên Tirkîyê Rewşa Jîyanî û Ewlekarî Xistiye Metirsîyê


Dewleta Tirk eve çend roj in dîsa bi firokên cengê û dronan herêma bakur û rojhilata Sûrîyê bombebaran dike.

Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk ya herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê roja Duşemê bi preskonferansekê ragihand ku artêşa Tirk di 3 rojên borî de 73 êrîşî birine ser herêmê.

Di van êrîşan de binesazîya aborî weke stasyonên kehrebê, zevîyên gaz û neftê, û aş û embarên dexlûdanan, herwiha xal û rêbendên hêzên ewlekarîya hindurîn û mal û milkê sivîlan jî, hatine armanc kirin.

Deverên hatine bombebaran kirin, ji Dêrîkê de bigire, ta Rimêlan, Tirbesipî, Qamişlo, Amûdê, Dirbêsîyê, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê, ne, herwiha li Minbic û Şehba jî êrîş hebûn.

Di hevpeyvîneke taybet de Bêrîvan Xalid, hevseroka Meclîsa Cîbicîkar di Revebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re got ku jiber êrîşên Tirkîyê li ser binesazîya herêmê gelek navend û stasyonên enerjîyê ji xebatê derketine.

“Jibo sererastkiriana zerarên çêbûne û jinûve ev sazî bikevin xizmetê de, karînên Rêvebirîya Xweser qels in, jiber ku ev cara 4ê ye ku dewleta Tirk êrîşên berfireh tîne ser binesazîya herêmê”.

Xalid herwiha hişyarî da ku ev êrîşên bêserûber û bêsînor in metirsîyeke mezin li ser Sûrîyê û herêmê bi tevahî çêdikin û dibin sedema krîzeke mirovahî, çimkî bi berdewamîya wan re êdî alternatîfên di destê Rêvebirîya Xweser de jî namînin.

“Ev êrîş alozîyên heyî kûrtir dike û rewşa jîyanî ya gel dixe metirsîyê. Herwiha gefa vegera terorê derdixe holê, çimkî hêzên ewlekarîyê û girtîgehên DAIŞê tên armanckirin, ev jî nîşaneya ku dewleta Tirk dixwaze tola DAIŞê rake”.

Herwiha Hevseroka Meclîsa Cîbicîkar di Revebirîya Xweser de bêdengîya Koalîsyona Navnetewî, Rûsya û rejîma Sûrî jî rexne kir, ku ti helwest li hember van êrîşên Tirkîyê nîşan nedane.

“Tiştê ku ji bêdengîya wan dîyar dibe, yan erêkirina wan liser van êrîşan heye yan ew li benda çi ne, em nizanin. Ji hêzên li ser erdê, Koalîsyonê û Rûsya weke alîyên garantor, herwiha rejîmê, tê xwestin helwesteke rijd û zelel nîşan bibin, herwiha ji rêxistinên mirovahî jî tê xwestin bêdeng nemînin, jibo ku êrîşên Tirkîyê rawestînin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku di Mijdara sala 2022an de, herwiha di Cotmeh û Berfanbara sala borî 2023an de, artêşa Tirk dîsa êrîşên berfire anîbûn ser binesazîya aborî û dezgehên jîyanî li herêma bakur û rojhilata Sûrîyê.

Di van êrîşan de bi dehan qurbanî di nava sivîl û hêzên leşkerî û ewlekarîyê de çêbibûn, herwiha rûxandinên pir mezin di cîhên armanckirî de çêbûne, ku li gor çavkanîyên aborî bi mîlyonan dolar e zarar ketine.

NR_01_15_2024_Berîvan Xalid
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG