Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanders Car Din Dibe Berbijarê Serokatiya Amerîka


Senator Bernnie Sanders nûnerê Vermont
Senator Bernnie Sanders nûnerê Vermont

Senatorê Demokrat Bernnie Sanders nûnerê Vermont roja Sêşemê ragihand ku ewê xwe kandîd bike bo serokatiya Amerîka di hilbijartinên 2020an de.

Sanders di hilbijartinên 2016an de jî di nava berbijarên Demokratan de ketbû pêşbaziyê.

Bernnie Sander ê 77 salî, kesê weke Sosyalîst ji aliyê ramanê ve tê naskirin di postekî elektronî de ku bo alîgirên xwe şandî dibêje" kampeyna me ne tenê bo nehêlana Donald Trump" e, "kampeyna me bo guherîna welat û avakirina hikûmetekê ye ya li ser bingehê dadweriya civakî, aborî, nijadî û jîngehparêziyê be".

Sanders bo kenalê CBS da znaîn ku ewê "biserkevin". Lê pirs ewe di nava derketina gelek berbijarên Demokratan de ku ji gelek fikir û ramanên siyasî yên cûda û nû xwe kandîd dikin, dê gelek cûda be ji dema li gel Hillary Clinton sala 2016an ketbû pêşbaziyê.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Bernnie Sanders di hilbijartinên 2016an de xwe weke berbijarê Demokartan kandîd kir bû û li gel H. Clinton ket bû pêşbaziyê, lê Demokratan Hillary weke berbijara dawiyê hilbijart bû ya ku li hember berbijarê Komariyan Donald Trump şkestin xwarbû.

XS
SM
MD
LG