Berpirsê Giştî yê KONDA, ku li Tirkîyê yek ji girîngtirîn kompanîyên anketê ye, dîyar kir ku li gor encamên referandumê, hilbijêrên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser soza xwe sekinîne.
Serokê KONDA Bekir Agirdir di NTV'ê de da zanîn ku encamên referandumê eynî wek ya hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an e.
"Dêmek ku spekulasyonên ser medya ne ti tişt bûne. HDP û hilbijêrên HDP'ê ser soza xwe sekinîne." Agirdir got.
Agirdir bi berdewamî da zanîn ku Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo "Erê" mîtîngên mezin li dar xistine, lê HDP'ê û Partîya Komarî ya Gel (CHP) piranîya kempeyna "Na" ser sosyal medya meşandine.
Li hin bajarên Kurdan encamên referandumê:
Amed: 67,6% Na, 32,4% Erê
Bedlîs: 59,4% Erê, 40,6% Na
Colemêrg: 67,6% Na, 32,4% Erê
Dêrsim: 80,4% Na, 19,6% Erê
Dîlok: 62,5% Erê, 37,5% Hayır
Êlih: 63,7% Na, 36,3% Erê
Îdir: 65,2% Na, 34,8% Erê
Mêrdîn: 59,0% Na, 41,0% Erê
Ruha: 70,8% Erê, 29,2% Na
Şirnex: 71,7% Na, 28,3% Erê
Wan: 57,3% Na, 42,7% Erê