Lînkên eksesibilîtî

DAIŞ'ê Berpirsîya Êrîşa Parîsê Girt Ser Xwe


Reuters'ê ji zarê Amaq, ku ajansa DAIŞ'ê ye, ragihand ku rêxistina tundrê berpirsîya êrîşa Parîsê girtîye ser xwe ku polîsek hatibû kuştin û du jî bi giranî birîndar bûbûn.

DAIŞ'ê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku leşkerê wê, Ebû Yûsifê ji Belçîka êrîş li dar xistîye.

Jêderên ewlekarî yên Fransa dan zanîn ku êrîşkar, dema hewil daye ku bireve, hatiye kuştin.

DAIŞ'ê daxuyanîya êrîşê berê bi Erebî weşand û piştre di yeke Fransî de jî got ku êrîş "li dilê Parîsê" hatîye li dar xistin.

Jiber êrîşên terorî, li Fransa ji 2015'an vir ve Rewşa Awarte heye ku di êrîşan de heta niha pirtir ji 230 kes hatin kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye, piranîya êrîşan xortên ku li Fransa û Belçîka mezin bûne li dar xistine.

XS
SM
MD
LG