Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komeke Serhilda Dibêje Berpirsa Êrîşa Mizgeftê Amerîka Ye


Serhildayên Ahrar al-Şam
Serhildayên Ahrar al-Şam

Reuters’ê îro Înê ragihand ku Ahrar el-Şam, ku hêzeke xurt ya serhildayên Sûrî ye, dibêje berpirsa êrîşa li ser mizgeftê koalîsyona ku Amerîka pêşengîya wê dike ye.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) do Pêncşemê ragihand ku li mizgefta gundê el-Jina ya Atarib ya li rojavayê Helebê, piranîya wan sîvîl herî kêm 48 kes di êrîşeke esmanî de hatine kuştin.

Fermandarîya Navendî ya Leşkerîya Amerîkî (CENTCOM), bi daxuyanîyekê dîyar kir ku li herêma Îdlibê, li dijî çekdarên el-Qaydê êrîşa esmanî li dar xistiye, lê ji daxuyaniyê fehm nebû ku qesta wê êrîşa li el-Jina ye yan na.

Amerîka li herêmê êrîşên esmanî li dar dixe, lê hejmara wan li gor ya ku koalîsyona navnetewî dibe ser DAIŞ’ê hindik e. Ji destpêka 2017’an ve, hêzên Amerîkî pirtir li bakurê rojavayê Sûrîyê, êrîşî komên ku peywendîya bi el-Qaydê hene dikin.

Firokên cengê yên Artêşa Sûrîyê û Rusya jî li rojavayê Helebê û li herêma Îdlibê êrîşan dibin ser serhildayên ku li dijî Beşar Esad rabûne.

Ahrar el-Şam, ku komeke Îslamî ye û di bin banê Artêşa Azad ya Sûrîyê de ye, îsal bi komên ku Washingtonê êrîş biribûn ser re jî şer kiribû. Qinyata mezin ew e ku di serî de Tirkîye, dewletên din ên herêmê li dijî Esad piştgirîyê didin Ahrar el-Şam.

XS
SM
MD
LG